Li Bazîdê qeza: 5 mirî

Li Bazîdê qeza: 5 mirî

Di qezaya li navçeya Bazîda Agiriyê rû dayî de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, li ser rêya Bazîd-Agiriyê di kîlometreya duwemîn de mînîbûsa bi plaqeya 04 D 3906 û navê ajovê wê nehate zanîn her wiha di hate navenda navçeyê û otobûsa biplaqeya 04 D 6206 ku ji navenda navçeyê rêwî dibirin Erziromê ser û ser li hev ketin. Di qezayê de li gorî agahiyên destpêkê yek jê jin 5 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku, di qezayê de gelek kes jî birîndar bûne. Birînda rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê û di derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hate destpêkirin.