Li Başûrê Kurdistanê boykota mamostayan didome

Li Başûrê Kurdistanê çalakiyên mamosteyan ên ji ber meaşên wan nayên dayîn didomin.

Li gelek navendên Başûrê Kurdistanê boykota dibistanan a mamostayan didome.

Li bajar û navçeyên Başûrê Kurdistan ên weke Helebce, Hewreman, Seîdsadiq, Şarezûr, Pêncwên û Erbet mamosta neçûn dibistanan û çalakiyên xwe yên boykotê berdewam kirin.

Mamostayan diyar kirin ku heya niha ti aliyek û rayedarekî hikûmetê nehatiye gel wan, daxwazên wan guhdar nekirine û gotin: “Heya daxwazên me pêk neyên, wê çalakiyên me bênavber dewam bikin.”

Îro bi heman armancê mamostayên Helebce, Hewreman, Seîdsadiq, Şarezûr û Erban neçûn ser kar û çalakiyên xwe yên boykotê dewam kirin.