Li Amedê û Êlihê xizmên nebediyan di çalakiyan de ne

Li Amed û Êlihê xizmên nebediyan hatin cem hev, aqûbeta nebediyan pirskirin.

AMED

Xizmên nebediyan û parazvanên mafên mirovan li avahiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya rûniştinê li darxist. Xizmên nebediyan û parêzvanên mafên mirovan di hefteya 396'an de bi wêneyê kesên winda li hev kombûn. Parlementerê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim, Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî û xizmên nebediyan tevlî çalakiyê bûn.

Ewil Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku ew li gel hemû astengan ji bo mafê mirovan her hefte li virin û heta serkeftinê jî wêkombibin.

'20 hikumetan nekarî vê pirsgirêkê bi şer çareserbike'

Piştî Bîlîcî Parlementerê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim axivî û da zanîn ku mixabin saleke li Tirkiye yê xirabî, rijandina xwînê û mirin hatiye pîrozkirin û wiha got: "Hemû talebên mafên mirovan bi tundiyê re ru bi ru dimîne. Gotinên nîjadperest ên "emê heta yek bimîne bikujin, ya hero ya mero" li dijî mirovahiyê ne. Heta niha 32 salin, 6 serokomar, 11 serokwezîr, 11 generalên giştî yê artêşê, 30 wezîrên karê hindir hatin guhertin. Vî welatî 20 hikumet dîtin. Lê hertim ev gotin dubare bûn û 50 hezar can mirin. Eger hêj ev gotin tên kirin, tê wateya bi hezar can. Ev gotin wêkesî nebe serkeftinê. Divê demildest dest jê were berdan."

Piştî axaftina Yildirim, Endamê Komusyona Nebediyan Adnan Orhan serpêhatiya windakirin Mahmut Oner xwend

'20 sal in lêpirsîn nehatiye vekirin'

Orhan, anî ziman ku Mahmut Onerari li gundê Tutê yê Lîce ya Amedê ji dayîk bû û wiha got: "Ji ber serdegirtinên leşkeran bi malbata xwe re koçî Amedê kirin. Mahmut li ser rêya Amed- Lîcê wesayîta rêwîyan dişuxuland. Di 8'ê kununa 1996'an de li Yazîxanê polîsên sivîl hatin cem Mahmut û gotin 'Mahmut tuyî? Li qereqola Angulê ya li ser rêya Lîcê li ser te şikayet heye.' Piştî wê polîsan ew derp kirin û binçav kirin, bi wesayîta spî ya plakaya wê 21 AV 005 birin. Rêwiyên ku malbata wî nazdikirin xeber dan malbatê. Piştî malbatê bihîst çûn ber qereqola Yazîxanê, lê heta wê demê Mahmut ji wir biribûn. Bavê Mahmut çû dadwer lê daxwaznameya wî nehat girtin. Bavê Mahmut ji bo pirsîna kurê xwe çû Eminiyetê, wêneyê kurê xwe li wir dît. Midurê Emîniyetê binçavkirina Mahmut pejirand. Malbat çaverêyê derketina pêşberî dadwer bû, lê malbat bi çi şêweyî nehêlan malbat kurê xwe bibîne. Cenazeyê Mahmut di 23'ê kanuna 1996'an li ser rêya Adiyemanê hat dîtin. Mahmut bi kesek bi navê Atilla Korkmaz re ji serê xwe fîşek xwaribû. Bavê Mahmut dema ku laşê wî kontrol kir, şopên mor û cihê bendê ku Mahmut pê hatî xeniqandin teşhis kiribû. Piştî bûyerê malbatê serî li dadwerê cumhuriyetê yê DGM'a Amedê û Miduryeta Amedê da lê ti pêkanînek hiquqî nekirin. Serî li Serokê Dewletê yê Mafê Mirovan Lutfu Esengun dan lê pêkanîne huqûqî pêknehat. Wê demê Ridvan Guler Midurê Eminiyeta Amedê bû."

Li gel hemû serlêdanan, ti lêpirsîn nehatin vekirin, wêdosya di 8'ê kanuna 2016'an de demê wê derbaz bibe.

Piştî xwendina serpêhatiyê çalakvanan 5 deqe çalakiya runiştinê pêkanîn.

ÊLIH

Li Êlihê çalakiya ku ji aliyê xizmên nebdiyan û endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi şiyara “Nebedî bên dîtin, Berpirs bên darezandin” di hefteya 396’an de dewam dike. Xizmên nebediyan û parêzvanên mafê mirovan ên ku li ser Rêya Gulîstan li pêşiya Peykerê Mafê Mirovan kom bûn, di destê wan de wêneyên kesên bi “Kiryarên Nediyar” hatine qetilkirin hilgirtin.

Di çalakiyê de Sekrekterê Şaxê ÎHD’yê Êlihê Devran Yildiz axivî û wiha got: “Ev nêzî 40 sal in şer, şidet, girtin, revandin, windakirin û zext bê navber dewam dikin, divê heta niha ev hişmendiya qirker bi dawî bibûya. Eger ku ev pirsgirêk her ku diçe windahiyan bi xwe re aniye roja me ya îro, dide nîşandan ku rêbazên ku tên bikaranîn ne rast in.”

Yildiz bal kişand ser greva biçîbûnê yak u 50 hevşaredarên DBP’ê û parlementerên HDP’ê ku heta agahiyekê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin dane destpêkirin. Yildiz wiha pê de çû: “Yek ji hedefa rêxistin terorê ya FETO ew bû ku bi hewldan darbeya 15’ê Tîrmehê ya li Tikiyeyê ber bi şerê navxweyî ve bebe, li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû . Ji ber vê rewşê ji rewş û tendirustiya wî em bi fikarin û divê bi lezgîn parêzer yan jî malbat li gel Ocalan hevdîtinê pêk bîne.”

Di çalakiya Êlihê ya hefteya 396’an de çîroka Parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar ê ku bi kuştinê kiryarê wan nediyar hate qetilkirin hate parvekirin.

Yildiz wiha behsa çîroka qetilkirina Sîncar kir: “Mehmet Sîncar di sala 1953’an de ji dayik bûye. Parlementerê Partiya Demokrasiyê bû. Tevahî jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd feda kir. Di sala 1993’an piştî qetilkirina 2 endamên DEP’ê ku ji bo lêkolînê hatibû Êlihê li vir hate qetilkirin. Kujerên Sîncar tam 18 salan nehatin dîtin.”