Li navenda Amedê di demjimêrên serê sibehê de polîsên AKP’ê di ser gelek malan de girtin û hat hînbûn ku, 13 kes binçavkirine.
Li Amedê di demjimêrên serê sibehê de polîsên AKP’ê di sergelek malan de girtin. Di serdegirtina hemwext ya li ser taxên Kaynartepe, Fatîh, Korhat û 5 Nîsanê yên navçeya Rezanê de 13 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina malan de dest danîn ser pirtûk, kovar û cd’iyan, her wiha hinceta binçavkirinan nehate zanîn. 13 kesên navên wan nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan ya Amedê.