Çalakiya vemirandina ronahiyan û meşa bi armanca piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê îro li Amedê jî berdewam kir. Gelê ku xwest li taxa Yenîşehîr, Sûr û Rezan bimeşin, li rastî êrîşa bombeyên gazê yên polîsên Tirk hatin.
Çalakiya bi armanca piştgiriya bi greva birçîbûnê re ya vemirandina ronahiyan û lêxistina beroşan îro jî weke her rojên din berdewam kir. Çalakî saet di 19.00 de dest pê kir. Girseya gel a ku daket qadan ronahiyên xaniyên xwe vemirandin û daketin kolanan. Bi hezaran derketin ser şaneşînanan û li beroşan û sênîkan xistin.
Girseya gel a ku xwest li navçeya Rezan a Amedê bimeşin li rastî êrîşa polîsên Tirk ên bi bombeyên gazê hatin. Her wiha polîsan li navçeya Yenîşehîrê bi bombeyên gazê êrîşê girseya dixwest bimeşe avahiya KCDê kirin.
Pevçûnên li Rezan, Yenîşehîr û Sûrê di navbera gel û polîsan de didomin.