Li Amedê ji bo demokrasiyekî redîkal deh hezar kes kom bûn
Li Amedê mîtînga ku ji aliyê HDP’ê ve bi sirûda “Li dijî darbeyan demokrastiyek redîkal” hate lidarxistin, deh hezar kes herikî qada mîtîngê. Wê mîtîng bi hatin Heverokên HDP û heyeta Îmraliyê re destpêbike.
ANF
AMED
yekşem, 31 tîrmehê 2016, 16:10
Mîtînga Amedê ya li dijî tecrîd, Rewşa Awarte û darbeyê bi sirûda "Li dijî darbeyan demokrasiya radîkal" bi tevlêbûna deh hezaran kesan dest pê kir. Li gel germahiya zêde li qada mîtîngê coşek mezin heye. Gel li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi silogana "Bijî Serok Apo" bertekên xwe tînin ziman.
Mitînga di pêşengiya KCD, DBP, HDP û KJA'yê de li dijî darbeyên siyasî-leşkerî û li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tevlêbûna deh hezaran kesan li qada Îstasyonê dest pê kir. Berî mitînga bi sirûda "Li dijî darbeyan demokrasiya radîkal" pêk bê dest pê bike bi deh hezaran welatî li qada Îstasyonê kom bûne û siloganan berz dikin. Di mîtîngê de wê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, hevserokên KCD, DBP û şaredarên HDP'ê yên Amewê jî wê amade bibin. Li qada mîtîngê girse bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" berz dikin. Bi hezaran kesên ku bi rojan in li benda vê mîtîngê ne di nokteyên lêgerînê ya polîsan re derbasî qada mîtîngê dibin. Girse ewil di nokteya polîsan re û piştre di nokteya lêgerînê ya sedan ciwan re derbasî qawê dibin. Jin ciwan, kal û pîr bi cilên rengîn û rengên kesk, sor û zer derbasî qada mîtîngê dibin. Gelê derbasî qada mîtîngê dibe, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi silogana “PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Serok Apo", "Ocalan", “Destê dirêjî Ocalan dibin bişkên", “Ciwan fedaiyên Apo ne", “Tekoşîn berxwedan rêya şehida rêya me” berz dikin.
Li gel hewa germ, bi deh hezaran welatî li qawê kom bûn û li benda axaftinan in. Berî mîtîng dest pê bike stranên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û stranên şoreşê coşek mezin didin qawê. Girseya li qawê kom bûne hemûya berê xwe daye dikê. Bê navber siloganên "Bijî Serok Apo" berz dikin.
Li qada newrozê û li ser dikê pankartên "Li diji darbeyan demokrasiya radîkal" û "Ez li kewê xwedî derdikevim, li dijî darbeyan di ber xwe bidim." "Rewşa Awarte demokrasiyê na îne" vekirin.
Bernameya bîtîngê bi rêzgirtinê û sirûda “Çerxa Şoreşê” dest pê kir. Girsê piştî rêzgirtinê berê xwe dan polîsan û gotin "Polîs bicehimin" û silogana "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kirin. Navenda Çand û Hunerê ya Dicle Fıratê stran gotin.
Bername wê bi axaftina Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, endamê heyeta Îmraliyê û wekîlê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Surreya Onder û Hevserokê Giştî yê HDP'e Selahattin Demirtaşê berdewam bike.