Li Amedê gel li ser lingan bû

Li Amedê gel li ser lingan bû

Bi hezaran welatî li gelek kolan û taxên Amedê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê ve 64 rojin didome, çalakiyên beroş, find, qorne û fîrfîrkan pêk anîn. Polîsan destûr neda ku maşîne li qorneyan bixin û destûr neda ku welatî li sênîk û çepikan bixin. Li gelek cihan jî dîsa wekî her carê bi bombeyên gazê êrîş kir. Polîsan li gelek kolanan tedbîrên awarte girt.

Çalakiya greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd ên demokratîk 64 rojin berdewam dike. Çalakiyên ji bo piştgiriya girtiyan jî her ku diçe li tax û kolanan belav dibe û bi şev û roj Kurd li ser piyanin. Piştî BDP'ê bang li gelê Kurd kir û xwest bi hişyariya "Ji bo jiyan reş nebin şevekê malê xwe tarî bikin" dest bi vemirandina çiran kir, 4 şevin li hemû kolan û taxên Amedê welatî dadikevin kolanan û çalakiyan pêk tînin. Gelê Amedê 4 şevin tam di demjimêr 19.00'an de dest bi lêdana korneran, beroş, çepik û fîrfîrkan diken û çalakiyê pêk tînin. Çar rojin kolan û taxên çalakî didomin. Her çend li hinek cihan polîsan êrîşî girseyê kir jî li hinek cihan gel bombeyên polîsan desteser kir. Li hin cihan jî polîsan maşîne rawestandin û destûr neda ku li çepik û korneyan bixe.

Li kolana Goçmenan bi sedan ciwan li hev kom bûn û bi bîdonên çopê rê li trafîkê girtin. Ciwanan bê navber sirûd xwendin û sloganên "PKK gele, gel li vire" qêriyan û alên PKK'ê û posterên Ocalan rakikirin.

Welatiyên derketin şaneşîn û şibakeyan bi çepik û lêdana berojan piştgirî dan çalakiyê. Li gelek kolan û taxan polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirin û ciwanan jî bi maytap û fişekên hewayi bersîve da polîsan.

Li navçeya Rezan Peyas û Yenîşehîrê bi hezaran welatiyên derketin kolana heta qasî 2 demjimêran çalakî pêk anîn û belav bûn. Li aliyê din polîsan li gelek kuçe û kolanên Amedê tedbîrên mezin girtin.