Li Amedê gel li ber avahiya BDP’ê kom dibe

Li Amedê gel li ber avahiya BDP’ê kom dibe

Îro BDP’ê dê li Park Ormani greva birçîbûnê ya du rojan bide destpêkirin lê ji aliyê walîtiya Amedê ve hat qedexekirin. Girseya ku ber bi Park Ormani ve diçû ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Gel ji bo ku vê protesto bike li ber avahiya BDP’ê dest bi çalakiyê kirin û ji gelek tax û navçeyên Amedê gel berbi avahiya BDP’ê diçin.

Li vir bênavber ji wesayîtên polîsan anons hatin kirin û hate destnîşankirin ku hemû meş û civîn ji aliyê walitiyê ve hatine qedexekirin û hişyara bila gel belav be dikin.