Li navçeya Kayapinara Amedê kesekî ku rastî êrîşa çekdarî hat, mir.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, kesê binavê Umut Aydin li semta Gazîler ya navend Kayapinarê rastî êrîşa çekdarî hat û mir. Hat hînbûn ku, Aydin di Burya Çapemeniyê ya Serokatiya AKP’a Bajar de erkdar bû. Serokê AKP’a Bajar Halît Advan ragihand ku, Umut Aydin weke fermî di çapemeniya wan de kar ne dikir, lê weke dildar wênevantî dikir.