Li Amedê gelek cihan piştî çalakiya vemirandina lambeyan, di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket. Di dema pevçûnan de polîs raste rast bombeyên gazê diavên ser gel.
Li Amedê ji duh were ji bo piştgiriya çalakgerên gireva birçîbûnê yên di girtîgehê de çalakiya vemirandina lambeyan tê lidarxistin û her şev diçe çalakî li gelek cihên bajar belav dibe. Îro di saetên êvar de, li navçeya Rezan û gelek cihên din piştî vemirandina lambeyan û lêxistina beroşan, ciwanên ku rûyê xwe pêçane bi sloganên “Em berxwedana zindanan slav dikin” û “Bijî Serok Apo” daketin qadê. Li navçeya Rezan polîsan bi bombeyên gazê mudaxale ciwanan kirin.
Çalakiya ciwanên ku rê jî li trafîkê girtine û barîkat danîne ser rê ev nêzî 3 saetin dewam dike. Di dema çalakiyê de hat dîtin ku polîs raste rast bombeyên gazê davêje nava kolanê û ser ciwanan. Çalakî li ser cade û kolanan hêj didome.