Li navçeyên Rezan, Peyas, Yenîşehîr û Sûrê bi hezaran welatî di çarçoveya banga BDP'ê ya "Jiyanê reş neke mala xwe reş bike" daketin kolanan û bi teneke, beroş, fîkandin, kornekaran çalakî pêk anîn. Li kolana Emekê û gelek qadên din girseyên ku herikîn kolanê û çalakî pêk anin rastî êrîşa polîsan hatin.
Li ser banga BDP'ê ya bi hişyariya "Jiyanê reş neke mala xwe reş bike" li navçeyên Rezan, Sûr, Peyas, Yenîşehîr yên Amedê bi 10 hezaran welatî daketin kolanan û çalakî pêk anî. Welatiyên ku cirayên xwe yên malê tarî kirin û daketin kolanan bi beroş teneke, fîkandin û kornerên erebeyan sloganên "Bijî Berxwena Zindana" çalakî pêk anîn. Li taxên Gazîler, Seyrantepe, 5 Nisan, ofis, Emek û gelek taxên din bi hezaran kes daketin kolanan.
Girseya ku dest bi meşê û çalakiyê kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Li kolana Emekê girseya ku li beroşan xist û slogana "Bijî berxwedana zindanan" qêriyan rastî bombeyên gazê û ava şit hatin. Girse bi keviran bersiv da polîsan û bûyer li nava kolanan belav bû. Bûyer li gelek taxan berdewam dike.