Li Amedê amadekariya mudaxeleya çalakiya girtiyan

Li Amedê amadekariya mudaxeleya çalakiya girtiyan

Walîtiya Amedê bi giştînameyekê li girtîgehan dest bi tedbîqatê kir. Hate zanîn ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê di qatê 2'emîn de 50 doşek hatin valakirin. Seroka Giştî ya TUHAD-FEDê Zubeyde Teker diyar kir ku ji bo mudaxeleyê personelên servîsa lezgîn ên nexweşxaneyan hatine perwerdekirin.

Piştî Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan der barê çalakgerên greva birçîbûnê ku di roja 64'an de berdewam dike got "Ger ku pêwiste em dê mudaxale bikin."

Waliyê Amedê giştînameyek şand girtîgehan û tedbîqat pek anî. Di roja ku tedbîqat hate kirin de ji bo tedbîqatê Servîsa Lezgîn a 112'an hate peywirdarkrin. Li aliyê din li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê di qata 2'emîn de 50 text hatin valakirin.

Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, jî anî ziman ku der barê mudaxaleyê de perwerdehî dane xebatkarên sersîza lezgîn ya 112'an.

Teker, anî ziman ku ew rewşa awarte ya li Amedê asayî nabînin û dê mudaxaleyê wekî komkujiyê binirxînin. Teker, da zanîn ku dê li hemberî geşedanên neyînî helwestek pir tund nîşan bidin.