Li Amedê 5 girtî rakirin nexweşxaneyê

Li Amedê 5 girtî rakirin nexweşxaneyê

5 girtiyên bi navê Gerînendenê Giştî yê Rojnamegeya Azadiya Welat ê berê û Edîtorê DÎHAyê Tayîp Temel, Davut Polat, Erdal Emeç, Samî Geylanî û Cîhat Bekîr ên ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê 66 rojin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Amedê. Girtiyan diyar kir ku ew mudaxeleya tibî qebûl nakin.

5 girtiyên Gerînendenê Giştî yê Rojnamegeya Azadiya Welat ê berê û Edîtorê DÎHA'yê Tayîp Temel, Davut Polat, Erdal Emeç, Samî Geylanî û Cîhat Bekîr ên li Girtîgeha Tîpa D a Amedê di 12'ê îlonê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Amedê.

Parêzera girtiyê bi navê Samî Geylanî yê ku rakirin nexweşxaeyê Prz. Selvî Tunç, diyar kir ku piştî muwekîlê wê rakirin nexweşxaneyê hînî bûyerê bû û wiha got: "Muwekîlê min Samî Geylanî 66 roje di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Ji ber ku ew dernediket hevdîtinê ji bo têkildarî rewşa wî de agahiyan bigirim ez çûm girtîgenê. Refaketçiyên wî ji min re gotin bi Samî Geylan re Tayîp Temel, Erdal Emeç, Cîhat Bekîr û Davut Polat rakirine Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê."

Tunç, agahiyên ji kesên li nexweşxnayê girtin wiha vegot: "Li gorî agahiyên min ji refakatçiyan girtin muwekîlê min û 4 girtiyên din bi tu awayî dermankirinê qebûl nakin. Nedixwestin biçin nexweşxaneyê. Dixwazin careke din vegerin girtîgehê. Heke ji nexweşxaneyê paşve neynin û bi zorê derman bikin 5 girtî dê dest bi rojiya mirinê bikin. Girtiyan banga bihîstiyariyê kirin.