Li Amedê 5 ciwan hatin binçavkirin

Li Amedê 5 ciwan hatin binçavkirin

Li navçeya Baglar a Amedê di saetên êvarê de di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket. Piştî polîsan mudaxale li çalakiyê kir 5 ciwan hatin binçavkirin.

Li Amedê ev 5 roje gel her şev saet di 19.00’an de di herike qadê û boneya piştgiriyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’î çalakî li dar dixe. Îşev jî wekî her şev ciwanên li Taxa Fatîh a Baglarê rûdinên daketin ser cadeya Goçmenlera û çalakî lidarxistin. Piştî demekê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxale li ciwanan kir. Çalakgeran jî bi bombeyên deng, torpîl, fişekên hewayî û keviran bersiv da polîsan. Polîsên ku rastî berxwedana ciwanan hat neçar man û paşve vekişiyan û cardin bi bombeyên gazê û bi panzeran mudaxale li ciwanan kir. Ciwan jî belavî nav kolanê bûn. Vê demê komên polîsan ên sivîl ketin navbera kolanan û 5 ciwan binçav kir.