Li navçeya Sûrê ya Amedê, polîsan bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de 4 welatî hatin binçavkirin.
Li navçeya Sûrê ya Amedê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 4 kes binçav kirin.
Polîsan Cafer Akdogan, Zinar Altan û Sedat û Ridvan ku paşnavê wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.