Şeva din li navçeyên Yenîşehîr û Rezan yên Amedê bi boneya balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê yên li girtîgehên Tirk xwepêşandanên protestoyî çêbûn û di xwepêşandana de 14 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê yên li girtîgehên Tirk bi hezaran malan çalakiya ronahî girtinê pêkanîn, her wiha gel derkete ser şaneşînên malan û bi fîrik û lêxistina sêniyan xwepêşandanekî protestoyî pêkanîn.
Bi sedan kesên li ber Mêvanxaneya Şaredarî û Rêya Ekîncîlerê kombûn, slogan avêtin û balkişandin ser çalakiya birçîbûnê. Li navçeyên Yenîşehîr û Rezanê di navbera xwepêşandan û polîsan de demek kurt pevçûna rû da. Hate hînbûn ku, di êrîşa polîsên çevîk de 14 kes hatine binçavkirin.