Li Amed û navçeyên wê berxwedana gel didome

Li hemberî hikûmeta AKP’ê ya bi komkujiyan bersivê dide îradeya jiyana hevpar û azad a gelê Kurdistan, çalakiyên parastina xwerêveberiyan didome.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, 26’ê Îlonê saet 08.00’an yekîneyên emniyetê ji Taxa Kaynartepe ya Baglar a Amedê ku destpê kirin û xwestin bikevin herêmên hundir bi komên ciwanên girêdayî YDG-H’ê re rû bi rû hatin. Di navbera polîsên bi wesayîtên zirxî êrîşî taxan kirin û ciwanan de pevçûn derketin piştî demekê polîs qedemeyekê vekişiyan.

SERWERÎ DI DESTÊ CIWANAN DE NE

Dîsa êvara 26’ê Îlonê saet di navbera 8-9’an de vê carê jî ku polîsan li navçeya Sûrê ya Amedê êrîşî ciwanan kirin, pevçûnan rû da û heta saet 03.00’ê şevê dewam kirin. Her çiqasî polîsan bi çekên A-4 û roketan pevçûn dijwar kirin ku ji vê herêmê jî bi qismî vekişiyan. Hema roja din piştî êrîşê pevçûnên li derdora Mizgefta Kûrşûnlû, firina Emniyetê û Taxa Hasirli dijwar bûn heta êvarî saet 19.00’an dewam kirin. Di van pevçûnan de 2 tîmên taybet ên sekvan hatin kuştin, 2 polîs jî birîndar bûn.

27’ê Îlonê êvarî, çalakîyên ciwanan li Baglar, Hûzûrevlerî û Seyrantepeyê jî bi awayekî aktîf berdewam kir.

Hate ragihandin ku gelek cihên navçeya Farqînê ya Amedê di bin kontrola komên ciwanan de ne. Car caran yekîneyên Emniyetê êrîş jî dikin, lê ev êrîş bi berxwedanê tên şkandin û kontrol berdewam dikin.

YÊ LI BISMILÊ ROKET AVÊT MALÊ POLÎS E

26’ê Îlonê li pevçûnên taxên Tekel (Nokta) û Rojava (Ûlûturk) ên girêdayî navçeya Bismil a Amedê, yekîneyên emniyetê zêdetirîn dest bikaranîna roketan kir. Polîsan taxên ku ciwan lê ne kirin hedef û di encama roketa polîsan avêt li malekê ket de, 3 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

LI NISÊBÎNÊ POLÎS VEDIKIŞIN

Hate diyarkirin ku ji 26’ê Îlonê û vir ve taxên Firat, Abdûlkadîrpaşa, Alîka (Yenî Mahalle), Bariş û Kanîka yên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di bin kontrola komên ciwanan ên girêdayî YDG-H’yê de ne. Yekîneyên emniyetê 4 caran hewl dan ku bikevin taxan, lê li hember berxwedanê neçar man vekişin. Di encama van lêdanan de 2 polîs birîndar bûn.

BEDLÎS

27’ê Îlonê danê êvarî saet 09.00’an, ciwanan, wesayîta vîncê ya Edîp Kûmandaveren ê xwediyê şîrketeke ku li Taxa Fatîh a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê kamerayên mobese bi cih dike, şewitandin.