Li Agiriyê ji bo BDP’yiyan cezayek rekor

Li Agiriyê ji bo BDP’yiyan cezayek rekor

Li navçeya Bazîd û Dutaxê yên Agiriyê ji 13 kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û 10 jê girtî ji doza KCK'ê dihatin darizandin rastî cezayên giran hatin. Dadgehê der barê 10 kesan de biryar da û bi tevahî 170 sal ceza biri.

Li navçeya Bazîd û Dutaxê yên Agiriyê polîsan bi ser gelek malan de girtibû û 13 kes di serdegirtina malan de binçav kiribûn.

Li dadgehê ji 13 kesan Erdal Sayin, Remzi Gegez, Adem Aykuş, Suat Ogul, Metin Birdal, Sait Tayfur, Dogan Şenses, Engin Yerlikaya, Sefa Başak, Nedim Koçkar hatibûn girtin û Emrah Karatay, Nedim Kıratlı û Mustafa Dogan ji bê girtin dihatin darizandin.

Rûniştina biryarê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê pêk hat. Piştî tesbîta nasnameyan parastin hate kirin. 9 girtiyên xwestin parastina bi kurdî bikin ji aliyê heyetê ve hate redkirin. Piştî parastinê dîwana dadgehê navber da.

Dîwanê li Dogan Şenses de cezayê muebeta giran birî û der barê 9 girtiyên din de bi îdîaya “Endamê rêxistinê ne", “Li ser navê KCK'ê xebat meşandine" û “Li ser navê rêxistinê perwerdehî dane" di navbera 10 û 20 salan de ceza birî. Heyetê der barê 3 kesên din de jî ji ber ku firarin biryar neda. Dîwana dadgehê li 10 kesan bi tevahî 170 sal ceza birî.