Li Agiriyê 5 kes hatin girtin

Li Agiriyê tevî endama Meclîsa DBP’ê Hamîde Yuksel 5 kes hatin girtin.

Li Agiriyê Zîndan Acûn, Bayram Ozden, Semra Ozden û welatiyê bi navê Omer û Endama Meclîsa DBP’ê Hamîde Yuksel ên hatibûn binçavkirin hatin girtin.

4 kesên ku pêr piştî karûbarên li emniyetê anîn edliyeyê, li dozgeriyê bi îdîaya “Alîkarî daye rêxistinê” sewqî Dadgeha Sûlh Ceza ya Agiriyê hatin kirin û li vir bi heman hincetê hatin girtin.

Duh danê êvarî Hamîde Yuksel jî hate girtin.

5 kesên ku hatin girtin, şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa M a Agiriyê.