Li Êlihê êrîşa çekdarî: 24 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Qubînê piştî êrîşa doh bi şev ku di encamê de malbatek hate qetilkirin 24 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Qubînê piştî êrîşa doh bi şev ku di encamê de malbatek hate qetilkirin 24 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Qubîn a Êlihê li qadeke navbera gundên Newalê û Harfasê doh bi şev êrîş li wesayitekê hate kirin. Ji heman malbatê hevjîn M.Ş., T.Ş. û zarokên wan E.Ş. (9) û A.Ş. (5) hatin qetilkirin.
Piştî bûyerê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Êlihê de 24 kes hatin binçavkirin.