Li 4 bajaran terora AKP’ê: 56 binçavî

Li 4 bajaran terora AKP’ê: 56 binçavî

Di encama operasyonên di bin navê KCK’ê de ji aliyê rejîma AKP’ê ve li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de îro serê sibê li Stenbol, Wan, Şirnex û Balikesîrê herî kêm 56 kes hatin binçavkirin.

LI STENBOLÊ 20 CIWAN

Di çarçoveya operasyonên di bin navê KCK’ê de yên ji aliyê rejîma AKP'ê ve li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de, li Stenbolê nêzî 20 endamên Ciwanên Demokratîk û Welatparêz (DYG) hatin binçavkirin.

Di demjimêrên danê sibê de li navçeyên Esenyûrt, Beylîkduzu û Avcilarê di encama operasyoneke hemwext de polîsan avêt ser gelek navnîşanan û herî kêm 20 ciwanên Kurd hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Saziya Tiba Edlî.

LI NAVÇEYÊN WANÊ SERDEGIRTINÊN HEMWEXT: 20 BINÇAVÎ

Li navçeyên Bêgirî, Ebex û Erdîşê yên Wanê jî bi fermana Dozgeriya Komarê yê bi Rayeya Taybet a Wanê serê sibê bi ser gelek malan de hate girtin. Li malan lêgerîneke dijwar hate kirin. Di serdagirtinên li Bêgirê de edamên Meclîsa Şaredariyê Bahattîn Sayan û Songul Akbulut hatin binçavkirin. Li Ebexê jî bavê Îbrahîm Atabay ê ku par ji aliyê leşkeran ve hate kuştin Nûnerê MEYA-DER'ê yê navçeyê Gafur Atabay hate binçavkirin. Di serdagirtinên li navçeya Erdîşê jî Serokê Rêxistina BDP'ê yê Eganisê Nurî Tunç, Rêveberê BDP'ê yê navçeyê yê berê Şevket Ulugana, Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê Cevdet Zîlanli, rêveberên KURDÎ-DER'ê Necmettîn Açik û Omer Sayiner, Nûnerê MEYA-DER'ê yê Erdîşê Zekî Îşcan, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Eganisê yê berê Mehmet Gurbuz, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Erdîşê Mehmet Siddik Geçer, Endamê KCD'ê Abdurrahman Çagan, Endamê KCD'ê Cevdet Avci, Nûnerê TUYAD-DER'ê yê Erdîşê Fevzî Can, Endamê Meclîsa Şaredariyê Mahmut Çelebî, Rêveberê BDP'ê yê navçeyê yê berê Abdulah Akin, esnaf Nevzat Zîlanlî û Sadik Îş, Bahattîn Gezer û keseke navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin.

20 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Wanê.

LI ŞIRNEXÊ RÊVEBERÊN BDP’Ê HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de rêveberên BDP'ê Ekrem Şavlî li malê binçavkirin û ji ber ku Yasin Oztaş ne li malê bû li Cizirê binçav kirin. Şavli û Oztaş şandin Midûriyeta Polîsan a Hezexê.

BALIKESÎR

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan serê sibê li navenda Balikesir û navçeyên wê Bandirma, Edremit û Ayvalıkê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malande rêveberên BDP'ê Ramazan Ekinci, Sebahattin Enuştekin, Îrfan Aşar û xwendekarên zanîngeha Balikesirê Emrah Seçil jî di nav de 10 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin.