Li 306 dibistanên li Efrînê bi deh hezaran xwendekar bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin

Xebatên perwerde-hîndekariyê yên li sê kantonên Rojava dewam dikin, vediguherin sîstemekê. Perwerdeya zimanê dayikê ku yek ji girîngtirîn destketiyên şoreşa Rojava ye, ji aliyê 1625 mamosteyan ve tê dayîn.

Xebatên perwerde-hîndekariyê yên li sê kantonên Rojava dewam dikin, vediguherin sîstemekê. Perwerdeya zimanê dayikê ku yek ji girîngtirîn destketiyên şoreşa Rojava ye, ji aliyê 1625 mamosteyan ve tê dayîn.

Li Kantona Efrînê piştî ku di encama xebatên 4 salan de sîstema perwerdeyê li gorî paradigmaya civaka demokratîk hate nûkirin, sala nû ya 2015-2016’an jî di 28’ê Îlonê de li gorî vê sîstemê destpê kiribû.

Di rewşa niha de li 306 dibistanên tevahiya Kantonê bi deh hezaran zarok bi zimanê dayikê têne perwerdekirin. Tenê di sala nû ya perwerdeyê de ji bo dibistanên seretayî 31 hezar xwendekar hatin qeydkirin

Li van dibistanan 1625 mamosteyên ku ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ve hatine gihandin jî dersan didin zarokan. Ji van mamosteyan 100 ji bo perwerdeya bi zimanê Erebî hatin erkdarkirin.

Li aliyê din Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk ev demek e, ji malbatên xwendekaran re civînan li dar dixe û navaroka meteryalên nû ji wan re şîrove dike. Her wiha hewl dide ku van meteryalan li tevahiya malbatan belav bike.

Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk her wiha li 31 hezar xwendekarên dibistanên seretayî cilên dibistanê belav kirin û ev xebat berdewam dike. Komîte hemû meteryalên nû jî bê pere li xwendekaran belav kirin.