Li 3 taxên Nisêbînê şer dijwar bûn

Li Nisêbînê ji saetên sibehê ve şerên dijwar pêk tên. 3 tax bênavber têne bombekirin.

Li Nisêbînê ji saetên sibehê ve şerên dijwar pêk tên. 3 tax bênavber têne bombekirin.

Şerên dijwar ên ji saetên danê sibehê ve li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ya berxwedana xwerêveberiyê lê dewam dike, diqewimin hê jî didomin. Şer li Taxên Kanîka (Zeynelabidîn), Kişla û Abdûlkadîrpaşayê dijwar bûn. Wesayîtên zirxî yên li derdora nexwşxaneya kevin û sînorê Nisêbîn- Qamişloyê bi cih bûne, bi topan taxan bomberdûman dikin. Taxên ku şerên dijwar lê diqewimin, dûmana reş jê bilind dibin.