NÛ BÛ

Li 21 gundan derketina derve hate qedexekirin

Li 21 gundên navçeyên Amedê, derketina derve hate qedexekirin.

Dewleta Tirk li 21 gund û taxên navçeyên Farqîn, Licê, Hênê û Karazê yên Amedê, derketina derve qedexe kir.

Li gundên Guçlu û Goçke yên navçeya Licê, li gundên Kirim, Gomeş û Yayvan ên navçeya Hênê û li gundên Yazikoy û Şaklat ên navçeya Karazê, bi hinceta operasyonên leşkerî, danê sibehê saet di 05:00 de derketina derve hate qedexekirin.

Gundên Farqînê yên derketina derve li wan hatine qedexekirin ev in: Kazandagi, Demîrkûyû, Tarakli, Dariseven, Kalemlî, Toklar, Bogazonu, Donenkaya, Çalonu, Guprinar, Ormandişi, Taşpinar, Altinkûm û Ari.

Hat ragihandin, qedexeyê danê vê sibehê saet di 05:00 de dest pê kiriye.