Li 17 navendan bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 62'yemîn de berdewam dike çalakî pêk hatin. Di çalakiyan de Dayîka bi navê Latîfe Akyuz axivî û wiha got: "Em dayîk in. Êdî bila tiştekî bikin. Zarokên me 62 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Erdogan jî diçe dewleta û derewan dike. Dibêje 'xwarinê dixwin' Li ku dixwin bila biçin rewşa wan bibîne"
Çalakiya greva birçîbûnê ya di 12'ê îlonê de ji aliyê girtiyên PKK û PAJK'î ve hate destpêkirin di roja 62'yemîn de berdewam dike. Li gelek navendan jî bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan bi hezaran kesan çalakî li dar xistin.
Li Nisêbîn, Dep, Dêrsîm, Sêrt, Edene, Gever, Elbak, Gimgim, Colemêrg, Milazgir, Bazîd, Kop, Enqere, Amed, Êlih, Mêrdîn û Mûşê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya di roja 62'yemîn de didome çalakî hatin lidarxistin.
Di çalakiyên cur be cur de gelek pankartên "Em li girtîgehan mirinan naxwazin, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger di roja 62'yemîn de ye" hatin vekirin, dowîzên "Ji mirinê re bêdeng nemîn e!" û "Bêdeng nemîne" hatin hilgirtin û sloganên "Bijî Seroka Apo", "Bijî berxwedana zîndana" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Di çalakiya li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê pêk hat de Dayîka bi navê Latîfe Akyuz axivî û wiha got:
"Çima tu kes pirsa rewşa me nake. Em dayîk in. Êdî bes e. Tu kes ji xwedê natirse. 62 rojin zarokên me bedenên xwe ji mirinê re razandin e. Em her roj tên vir. Lê ji bo dengê me nebihîzîn ya ji destê wan tê dikin. Em tiştekî gelek mezin ji we dixwazin. Em tenê ji xwe serokê xwe û zimanê xwe dixwazin. Zarokên me 62 rojin peywira xwe bi cih tînin. Erdogan jî li dewleta digerin derewan dike û dibêje 'xwarinê dixwin' Li ku dixwin bila biçin halê wan bibînin."