Li 14 navendan çalakiyên piştgiriyê

Li 14 navendan çalakiyên piştgiriyê

Çalakiyên piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a ku di roja 65'emîn de berdewam dike. Di çalakiyên cur bi cur de li hemberî hikûmata AKP'ê û Serokwezîr Erdogan nerazîbûn hatin nîşandan û hate gotin ku, "Li hemberî mirina bêdengmayîn tevkariya komkujiyê ye."

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ve di 12'ê îlonê hate destpêkirin di roja 65'emîn de berdewam dike. Li gelek bajaran jî çalakiyên piştgiriyê her roj berdewam dikin. Li Semsur, Êlih, Nisêbîn, Wan, Sixkê, Erdîş, Mûş, Kop, Gimgim, Tutax, Panos, Erzirom, Îzmîr û Mêrdînê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya 65 rojin berdewam dikin meş û daxuyanî hatin dayîn û bi hezaran kes tevlî çalakiyan bûn.

Di daxuyaniyan de li hemberî hikûmeta AKP'ê û Serokwezîr Erdogan bertek hatin nîşandan û bang bihestiyarê hate kirin. Di daxuyaniya de hate diyarkirin ku li hemberî çalakiyê bêdengî hevkariya komkujiyê ye.

Di çalakiyan de sloganên "Bijî berxwedana zîndanan", "Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye", "Girtiyên li be rxwe didin rumeta me ne" û "Bijî Serok Apo" hatin qêrîn û dowîzên "Em li hemberî mirina bêdeng namînin", "Em berxwedanan zîndana silav dikin" û "Daxwazên ên wan daxwazên me ne" hatin hilgirtin û pankratên "Em mirina na çareseriyê dixwazin" û "Daxwazên wan daxwazên me ne"

Di daxuyaniyan de hate diyarkirin ku divê hêj tu mirin pêk nehatin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Di daxuyaniyan de hate bilêvkirin ku helwesta hikûmeta AKP'ê helwesta miran pêk bê ye. Di daxuyaniya de bang li hemû kes hate kirin ku tevlî çalakiyên piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûn bibin. Piştî daxuyanî û meşan çalakiyên rûniştinê pêk hatin.