Li 13 taxên Licê derketina derve hat qedexekirin

Li 13 tax (gund) ên navçeya Licê ya Amedê, derketina derve hat qedexekirin.

Li 13 tax (gund) ên navçeya Licê ya Amedê, derketina derve hat qedexekirin.

Walîtiya Tirk a li Amedê, ji bo operasyona leşkerî ya li herêma bakurê Licê, li 13 taxan (gund) derketina derve qedexe kir. Qedexe ji îro saet 10:00 û pê ve ketiye meriyetê.

Gundên (tax) ku Walîtiya Tirk derketina derve lê qedexe kiriye ev in: "Dizdeynî, Xosor, Buyukçag, Şaxur, Karincax, Seyrek, Yeşîlbûrç, Konûklû, Mizak, Zengesor, Heşeder, Hendif, Barav."