Hat ragihandin ku ji bo rizgarkirina Kurdên li paytexta Sûriye Şamê dijîn, 4 otobus ji Qamişloyê bi rê ketin, lê di rê de rastî gulebaranê hatin û di encamê de ajokarê bi navê Menal Behrî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, 4 otobsuên şîrketa Ciwan a Qamişloyê, ji bo rizgarkirina Kurdên li Şamê di nava pevçûnên rejîmê û muxalîfan de asê mane, ber bi Şamê ve bi rê ketin. Gava ku otobus gihiştin nêzî bajarokê Nebkê ya nêzî Şamê li rastî gulebarana hêzên rejîma Sûriyeyê hatin. Di encama êrîşê de ajokarên Kurd ên bi navê Menal Beherî, .Elae Ebas, Ramî Hewsa û ajotkarek din navî wî nehat zanîn bi giranî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku ajokarê bi nave Menal Behrî ji ber giraniya birînê jiyana xwe ji dest da.