Leşkerê Kurd li Idlibê jiyana xwe ji dest da

Leşkerê Kurd li Idlibê jiyana xwe ji dest da

Hat ragihandin leşkerê Kurd ê ji Efrînê li bajarê Sûriye Îdlîbê di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest da.

Bûyer û pevçûnên ji adara 2011 ve li Sûriyeyê dest pê kirine, berdewam dikin. Ji wê rojê heta niha kuştinên leşkerên Kurd di nava artêşa Sûriyeyê de zêde dibin. Hat ragihandin ku leşkerê Kurd ê bi navê Xelîl Rifet Seydo tevî 4 hevalên xwe li herêma Selqîn a bajarê Îdlîba Sûriyeyê di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, her çendî demê leşkeriyê yê gelek ciwanên Kurd ên di nava artêşa Sûriyeyê de qediyane, lê artêşa rejîma Sûriyeyê wana naşîne malê. Ji ber wê jî hema bêje her hefte cenazeyek ê ciwanên Kurd tê Rojavayê Kurdistanê.

Hêjayê gotinê ye, hemû rêxistin û saziyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bang li ciwanên Kurd dikin ku bi tu awayî neçin leşkeriya rejîma Sûriyeyê.