Leşkerên Tirk li ser sînor 4 welatiyên Sûriyeyê birîndar kirin

Leşkerên Tirk 4 welatiyên ji Dêra Zorê ya Sûriyeyê li ser sînor birîndar kirin.

Leşkerên Tirk îro hin welatiyên ji bajarê Dêra Zorê yê Sûriyeyê ku hewl didan di gundê Xirbit Diwêbê de ku 60 km li rojavayê bajarê Serêkaniyê ye, derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, gulebaran kirin. Di encamê de 4 welatî birîndar bûn.

Welatiyên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê. Welatiyên ku li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de birîndar bûn navên wan wiha ne; Ilyas Hemze Ehmo (24), Hûriya El-Ehmed (21), Nadiya Salih (1), Mihemed Hesen Derwîş (24).

Birîndarê bi nave Mihemed Hesen Derwiş ji ber rewşa wî ya giran rakirin Qamişlo.