Leşkerên Tirk li Dersîmê sivîlek qetil kirin
Leşkerên Tirk li geliyê Mûnzûrê di dema operasyonê de gule li mînîbusekê reşandin. Ji ber vê êrîşa dewleta Tirk sivîlekî jiyana xwe ji dest da.
Leşkerên Tirk li geliyê Mûnzûrê di dema operasyonê de gule li mînîbusekê reşandin. Ji ber vê êrîşa dewleta Tirk sivîlekî jiyana xwe ji dest da.
Li Dersîmê, leşkerên artêşa Tirk piştî tevgera hewayî duh êvarê li Geliyê Mûnzûrê dest bi operasyonê kirin. Di dema vê operasyonê de leşkerên Tirk gule li mînîbusekê reşandin û mirovekî navê wî nehat hînbûn ê di mînîbusê de jiyana xwe ji dest da. Şahidan dan xuyakirin, ku tevî qalikên bi sedan fîşekan, cenazeyê sivîlekî kêleka mînîbusê ye. Şahihan gotin, ku ew nizanin bê di wesayîtê de kesekî din hebû yan na.
Di heman demê de li derdora gundê Venk ê li herêmê, welatiyê bi navê Îrfan Top bi guleya li lingê wî ket, birîndar bû. Piştî ku destûr ji qereqolê hat girtin, Îrfan Top bi wesayîteke sivîl birin qereqola Halvorî û ji vir jî bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê.
Herema operasyonê danê êvarê bi gelek obus û hawanan hat bombekirin. Xizmên ajokarê mînîbusê jî, ji bo biçin cihê bûyerê ku rê li wan girtî ye, çûn cem dozgeriyê.