Leşkerên Tirk kesek din jî qetil kir
Leşkerên Tirk kesekî din ku xwest sînor derbas bike qetilkir.
Leşkerên Tirk kesekî din ku xwest sînor derbas bike qetilkir.
Ehemd El-Ibêd ê 40 salî yê li ser serjimêryariya bajarokê Til Eran ê girêdayî bajarê Helebê, dema ku xwest li ser gundê Nisriyê yê girêdayî navçeya Cinderêsê ya Efrînê re derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin.
Cenazeyê Ehmet El-Ibêd piştî 2 rojan ji aliyê endamên Asayişê ve hate dîtin.
Piştî karûbarên fermi cenaze radestî malbatê hate kirin.