Leşkerên Tirk ên li pêşberî gerîla xwe nikarin bilivînin, gule li gundekî reşandin
Leşkerên tîmên taybet ên Tirk, ji panzeran gule li gundê Şapatan ê navçeya Colemêrg Şemzînanê reşandin.
Leşkerên tîmên taybet ên Tirk, ji panzeran gule li gundê Şapatan ê navçeya Colemêrg Şemzînanê reşandin.
Gundê Şapatan ê bi 3 kîlometreyan dûrî navçeya Şemzînan a Colemêrg ye, duh bi şev bû hedefa êrîşa tîmên taybet ên Tirk. Leşkerên Tirk ji maşînên zirxî gule li gund reşandin. Ji panzerên liser rêya Şemzînan û Geverê bi cih bûn, gule li nava gund hatin reşandin.
Hefteya derbasbûyî, li bejahiya Şemzînanê di navbera gerîlayan û artêşa Tirk de şer derketibû û di encamê de bi dehan leşkerên Tirk hatibûn kuştin.