Leşkeran rêyên diçin Şehîdgeha Xerzan girtin
Leşkerên Tirk rêyên diçin Şehîdgeha Xerzan bi keviran girtin
Leşkerên Tirk rêyên diçin Şehîdgeha Xerzan bi keviran girtin
Hat ragihandin ku artêşa Tirk xwe amade dike li hember Şehîdgeha Xerzan a 15 kîlometreyan dûrî navenda Bedlîsê ye operasyonê pêk bîne. Hemû rêyên goristanê ji aliyê leşkeran ve hatine girtin, destûr nayê dayîn wesayît û mirov derbas bibin.
Rêya ji gundê Yako Unaldi ya girêdayî navenda Bedlîsê diöe Şehîdgeha Xerzan ji aliyê leşkeran ve bi keviran hat girtin. leşkerekî bi payê yê li herêmê got: "Bi fermana me ji Walîtiya Bedlîsê girtiye, me hemû rê li çûnûhatinê girtin. Wê ev pêkanîn kengî biqede em nizanin.”
Li gel vê li girên bilind ên li derdora Şehîdgeha Xerzan gelek leşker hatine bicihkirin.