Leşkeran li Silopiya jinek qetil kirin!

Li Taxa Yeşîltepe ya navçeya Silopiya ya Şirnexê jina 23 salî ya bi navê Latîfe Tûtûk ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin.

Jina 23 salî ya bi navê Latîfe Tûtûk a li Taxa Yeşîltepe ya navçeya Silopiya ya Şirnexê rûdine dema ji bo biçe mala cîranê xwe ji malê derket, ji aliyê leşkerên li lojmanên leşkerî dimînin hat gulebarankirin. Welatiyan Tûtûk a bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya. Tûtûk tevî hemû mudaxeleyan jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku cenazeyê Tûtûk rakirine morga nexweşxaneyê û ji bo otopsiyê wê rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.