Leşkeran li Bedlîsê gule li sivîlan reşandin: 1 mirî, 2 birîndar

Leşkerên dewleta Tirk li bajarokê Tatik ê Bedlîsê gule du wesayîtên sivîl reşandin. Ji ber vê gulereşandinê kesekê jiyana xwe ji dest da, 2 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Li bajarokê Tatik ê Bedlîsê, leşkerên Tirk û cerdevanên li Qereqola Tatikê gule li du wesayîtên sivîl ên di ber qereqolê re derbas dibûn, reşandin.

Leşkerên Tirk, bêyî hişyariyekê bidin hema yekser gule li her du wesayîtan reşandin. Di vê êrîşê de ajokarên wesayîtan Îrfan Karaman û Hacî Îrfan bi giranî birîndar bûn û welatiyek bi navê Reyhan a paşnavê xwe nehat zanîn, ji ber ku gule li serî ket, di cih de jiyana xwe ji dest da.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê.