Leşkeran ji helîkopterê 2 şivan gulebaran kirin

Li sêgoşeya Licê-Hênê-Karazê di seatên serê sibê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin, leşkeran ji helîkopterê 2 xwişkên hev ên li ber pez bûn, gulebaran kirin. Her du şivan ji gulebaranê bi selametî xilas bûn.

Li sêgoşeya Licê-Hênê-Karazê di seatên serê sibê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin, leşkeran ji helîkopterê 2 xwişkên hev ên li ber pez bûn, gulebaran kirin. Her du şivan ji gulebaranê bi selametî xilas bûn.

Li sêgoşeya Licê-Hênê-Karazê di seatên serê sibê de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin, bi helîkopteran gundikê Bahtetê bombebaran dikin û ev yek rewşa jiyana sivîlan dixe xetereyê. Leşker ji helîkopterê 2 xwişkên hev Y.A., (13) û A.A., (12) ên li ber pez bûn gulebaran kirin. Her du şivan ji gulebaranê bi selametî xilas bûn. Li ser gulebaranê her du xwişkên hev dest ji pez berdan û reviyan gund.

JI HELÎKOPTERÊ GULEBARAN KIRIN

Y.A. der barê bûyerê de got ku dema pezê xwe diçêrandin leşkeran ew gulebaran kirine û wiha aixvî: "Me tevgera leşkeran dît. Me got qey ew ji hewa keşfê dikin. Bi carekê ji helîkopterê me gulebaran kirin. Di gulenbaranê de me xwe avêt erdê û bi vî awayî em ji gulebaranê xilas bûn. Piştî gulebaranê em ber bi gund ve reviyan."

'ME DESTÊN XWE HEJAND JÎ DÎSA ÊRÎŞ KIRIN'

A.A. jî li ser gulebarana leşkeran ev tişt anî ziman: "Ji bo em nîşan din ku em sivîl in me destê xwe ji wan re hejand. Dîsa me gulebaran kirin. Me xwe bi zorê ji guleyên wan xilas kir. Piştî helîkopter dûr ket me dest ji sewalên xwe berdan û em çûn gund."