Lêpirsîna li bavê Ekrem Kaçeroglû hat vekirin veguherî dozê!

Bavê Ekrem Kaçeroglû yê di dema çalakiyên ji bo Kobanê de li Îzmîrê bi lîncê hat qetilkirin Bedrettîn Kaçeroglû, ji ber giliyê polîsên wê rojê wezîfedar bûn Mehmet T. û Onder Û, keti ber lêpirsînê. Ev lêpirsîn veguherî dozê.

Li Îzmîrê, di 7'ê Cotmeha 2014'an de bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, gel li gelek cihan çalakî lidar xistibûn. Di vê çarçoveyê de li Taxa Doganlar a Bornovayê jî gel daket kolanan, lê belê gurûheke faşîst a li taxê, di bin kontrola polîsan de êrîşî gel kiribû. Ji ber vê êrîşê, Ekrem Kaçeroglû (38) ê tevlî çalakiyê bû, ji ber guleya lê ket bi giranî birîndar bû û tevî ku bi birîndarî li erdê dirêjkirî bû, vê gurûha nîjadperest li pêş çavên polîsan demeke dirêj li wî dabû. Xizmên Kaçeroglû ew bi zorê gihandin Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê, lê belê di 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû.

Bav Bedrettîn Kaçeroglû jî ku heman rojê beşdarî çalakiya protestoyî bû, dema bihîst gule li Ekrem ketiye, çû cihê bûyerê. Bav Kaçeroglû yê dît ku kurê wî tê lînckirin, ji bo Ekrem biparêze xwe avêtibû ser wî û hewl dabû pêşî li lîncê bigire.

Piştî mirina Ekrem Kaçeroglû, di doza darizandina 4 bersûcan de ti kesê girtî nîne. Ji bersûcan Kûbîlay Aktaş, bi hinceta çûyîna leşkerî, şertê kontrola edlî ji ser hat rakirin.

Lê belê bav Bedrettîn Kaçeroglû yê bi kurê xwe re hat lînckirin, ji ber giliya polîsên Tirk Mehmet T. û Onder Û, bi îdîaya "bi zanebûn êrîşî polîs kiriye û ew birîndar kiriye", "Ji bo wezîfeyê nede kirin li ber xwe daye û zerar daye mal" lêpirsîn hat vekirin. Ev lêpirsîn ji aliyê 13. Dadgeha Ceza ya Asliye ve hat qebûlkirin û veguherî dozê.

'EM Ê GILIYÊ POLÎSÊN BIRÎNDAR BIKIN'

Parêzer Nezahat Paşa nerazîbûna xwe ya li hemberî mijarê ji ANF'ê re vegot û destnîşan kir, ku divê polîsên birîndar di vê dosyayê de bersûc bin. Parêzer Nezahat Paşa got, "Rewşeke gelekî bêwate ye ku muwekîlê min di vê dosyayê de bûye bersûc. Ev yek nîşan dide ku dadgerî û darizandin çiqasî alîgir e û bi nêrîna desthilatdariyê tevdigere. Di vê dosyayê de bi tenê 4 kes bersûc in, halbûkî divê temamiya gurûha li wir û wezîfedarên emniyetê yên wezîfeya xwe nekirine, bersûc bin. Em ê giliyê polîsên birîndar bikin, ji ber ku wezîfeya xwe nekirin."

'POLÎS û TOMA'YAN DEST LI KOMA LÎNCÊ WERNEDAN'

Bav Bedrettîn Kaçeroglû jî nerazîbûn nîşan da ku lêpirsîn veguheriye dozê û anî ziman ku dema bihîst gule li Ekrem ketiye ew çûye cihê bûyerê û dîtiye ku kurê wî ji aliyê gurûhê ve tê lînckirin. Kaçeroglû got, "Dema ez çûm wê derê Erkem li erdê dirêjkirî bû û bi dehan kesan ew lînc dikirin. Bi carekê ve min xwe avêt ser wî û hewl da wî biparêzim. Di wê kêliyê de bi sedan polîs û TOMA Hebûn. Lê belê ti ji wan tiştek bi êrîşkaran nekirin. Îdîa dikin ku min li polîs daye. Ez bi êrîşan re pev çûm. Eger polîs birîndar bûbe, wê demê yê ku kurê min lînc kiriye, polîs e."