KURDÎ-DER’ê bi boneya Cejna Ziman kart ji girtiyan re şandin

KURDÎ-DER’ê bi boneya Cejna Ziman kart ji girtiyan re şandin

Şaxa KURDÎ -DER'ê ya Wanê biboneya 15'ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî li postexaneya navendî ya Wanê ji girtiyan re qartên Cejna Zimanê Kurdî şand.

Endam û rêveberên Şaxa KURDÎ -DER'ê ya Wanê biboneya 15'ê Gulanê roja Cejna Zimanê Kurdî li postexaneya navendî ya Wanê kom bûn û ji girtiyan re qartên Cejna Zimanê Kurdî şand. Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Wanê Levent Urun û gelek kesên din li ber konê KURDÎ-DER’ê civiyan û li gel endamên KURDÎ-DER; TUYAD-DER’ û saziyên din heta postexaneyê meşiyan. Komê ji xebatkarên KURDÎ-DER’ê û gelek kesên din yên girtî re kart şandin. Komê ji Parlementerê Amedê ku hikûmetê parlementeriya wî jê girt Hatîp Dîcle, Parlementerê BDP’ê yê Wanê Kemal Aktaş û aktîvîstê TZP Kurdî Allatîn Aktaş re jî kart şandin.