Kurdên li Rûsyayê banga 'rawestandina îdam'ê li Îranê kirin
Saziyên Kurd ên li Rûsyayê bi daxuyaniyeke nivîskî, biryara darvekirina siyasetmedarên Kurd ji aliyê Îranê ve şermezar kirin û banga hestyariyê kirin.

Saziyên Kurd ên li Rûsyayê Yekîtiya Kurdên li Rûsyayê, Otonomiya Federal a Çandî û Organîzasyona Jinên Kurd ên Moskowê "VIYAN" der barê biryara dewleta Îranê ya darvekirina siyasetmedarên Kurd Saman Nesîm û siyasetmedarên din de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku Kurdên li Rûsyayê îdama siyasetmedarên Kurd qebûl nakin û şermezar dikin.
Saziyên Kurdan her wiha bang li dewleta Rûsyayê jî kirin ku dest li vê biryara îdamê ya Îranê werde û ji Îranê xwestin, îdamê bisekinîne û siyasetmedarên Kurd serbest berde.