Li bajarê Hesekê, Kurdê Êzdî yê bi navê Fatih Mîro ku komeke çekdar ew li bajarê Hesekê revandibû, kuştî hat dîtin.
Kurdê Êzdî Fatih Mîro roja Îna borî li herêma Til Tewîl a bajarê Hesekê dema ku diçû serdana xizmên xwe, ji aliyê komeke çekdar ve tê revandin. Paşê ev koma çete li birayê Mîro, Ferhan Mîro digerin û daxwaza 200 hezar lîreyên Sûriyeyê ji wan dikin.
Dema ku hewldanên malbatê berdewam dikir, agahî hat dayîn ku cenazeyê Fatih Mîro li nexweşxaneya Qamişlo tê ragirtin.
Li gorî agahiyê, koma çete Kurdê Êzdî li herêma Xwêran kuştine û ew avêtine naverastê. Derbarê mijarê de, hêzên asayîşê yên bajarê Hesekê dest bi xebatên lêkolînê kirin.