Kurdan rêveberiya Efrînê jî bi dest xist

Kurdan rêveberiya Efrînê jî bi dest xist

Kurdan piştî Kobaniyê, rêveberiya Efrînê jî bi dest xistin. Hat ragihandin ku Kurdan rêveberiya Efrînê bi giştî xistiye destê xwe.

Hate ragihandin ku li bajarê Efrînê gelê Kurd û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên sivî bi ser sazî û dezgehên rêjîma Baas de girtin û rêveberiya bajêr xistin destê xwe.

Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF’ê yê Efrînê dane, Yekîneyên Parastina Gel îro danê sibê hemû gund, navçe û navenda Efrînê xistine destê xwe. Hat ragihandin ku bê ku li rastî berxwedana hêza rejîmê bên û bê ku tundî bi kar bîne bi temamiya bajêr xistine destê xwe.

Niha rêveberî bi temamî di destê Kurdan de ye. Hêjayê gotinê ye ku Kurdan di meha borî de bajaroka Mabeta ya Efrînê jî bi dest xistibûn.

Hêjayê gotinê ye ku Kurdan duh (19’ê tîrmehê) bajarê Kobaniyê dest danî ser hemû saziyên hikûmeta rejîma Sûriyeyê. Rayedarên Kurd ragihandin ku wana bi aramanca ku şerê li Sûriyeyê negihe Kurdistanê tedbîreke wiha girtine û Kobanî niha di destê Kurdan de ye.

Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ji ANF’ê re axivî û ragihand ku saziyên dewletê yên li Kobaniyê bi temamî ketine destê Komîteyên. Parastina Gel. Rêberê PYD’ê, diyar kir ku li hin deverên Efrînê jî bûyerên wiha diqewimin û got; “Gel xwe bi xwe bi rê ve dibe.”

Yekîneyên Parastina Gel, ku bi taybet di çapemeniya Kurdan de weke “Komîteyên Parastina Gel” dihat nasîn, duh bi daxuyaniyekê bi awayeke fermî avabûna xwe ragihand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şoreşa gel li Sûryeyê dikeve qonaxa xwe ya dawîn ku têde dê çarenûsa bi giştî gelên Rojhilata Navîn û bi taybet jî gelê kurd were diyarkirin û daxuyanî wiha berdewam dike; “Di vê qonaxa dîrokî de pêwist bû ku gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê xwe bi rêxistin bike û xweparastinê bike mafekî rewa ji bo parastina vî gelî û hebûna çand, civak û siyaseta wî. Ji bo ku ev gel rola xwe ya sereke di demokrasiya welat de bilîze pêwist bû ku bibe hêzeke çalak, û bi hebûn û azadiya gelê xwe piştgirtina şaristaniyê, pêşxistin û xurtkirina biratiyê di navbera tevayî pêkhatiyên gel li Sûryeyê bike.”

YPG’ê got; “Qonaxa ku gelê kurd têre derbas bû ji serhildana 12’ê Adara 2004’an û heta roja îro pir zor û zehmet bû, rêjîma Baas a şoven gelek pêngavên binçavkirinê, lêpirsîn û gelek rengên terorestî, kuştin û îşkencekirinê li beramberî gelê kurd meşandibûn” û wiha pêde çû; “Gel û ciwanên kurd xwestin xwe li li hemberî vê yekê biparêzin. Ji ber wê komên xweparastinê di vê qonaxê de hatin damezrandin. Her wiha piştî şoreşa Sûryeyê û şehadeta qehreman şehîd Xebat Dêrik bi destê xayinên çete di 14/1/2012, ev kom pêş ketin û bûn rêxistineke taybet û fermî bi navê “Yenîkeyên Parastina Gel”. Bûyera şehadeta hevalê Xebat pêwist da ku rengê fermiyetê bide vê rêxistinê û di wê demê de hate îlankirin .”

ME BERPIRSYARIYEK PÎROZ GIRTIYE SER XWE

YPG’ê wiha berdewam kir; “Me Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li hemû herêm û bajarên Rojavayê Kurdistanê çêkirin, û çi komeke kurdan hebe, bê rêxistin nemaye, her wiha Yekîneyên me yên Parastina Gel ji destpêka şoreşa Sûryeyê rola xwe ji bo parastina gelê me yê kurd dilîze, me ev Berpirsyariya pîroz hilgirtiye ser milê xwe, û li ser vê riya azadî û qehremaniyê gelek qehreman û egîd ji dest me çûn; mîna her du lehengên ku di destpêka şoreşê de li Dêrikê şehîd ketin Masîro û Şoreş. Her wiha Kemal Hisên ji Dirbêsiyê, hevalê Ehmed Koçer, Ebdo Betal, Ehmed Osman li taxa Şêxmeqsûd li Helebê û hevalê Çekdar ji Efrînê jiyana xwe ji dest dan. Ew leheng ji bo parastina gelê xwe beramberî ewlekarî û Şebîha şehîd ketine. Di vê derê de dema em damezrênerê rêxistina xwe rêber Xebat Dêrik bi bîr tînin em serbilind û serfiraz dibin.”

PIŞTGIRÎ DIDE PEYMANA HEWLÊRÊ

YPG’ê diyar kir ku ew piştgirî didin Peymana Hewlêrê û got; “Di vê qonaxa dîrokî de, em ji nû ve dibêjin em Peymana Hewlêrê ya ku di navbera her du encûmenan (Meclîsa Gel) û (Encûmena Niştimanî ya Kurdî) de hat îmzekirin pîroz dikin û piştgirtiya wê dikin. Em soz didin ku em bibin alîkar ji bo parastina çalakiyên niştimanî yên ku pê radibin. Heke ji bo xizmeta gelê me yê pîroz be, di heman demê de em li hêvî û li benda her du encûmenan e ku pişta me madî û manawî bigirin.”

BILA CIWAN TEVLÎ REVÊN YPG’Ê BIBIN

YPG’ê ev bang li ciwanên Kurd kir; “Em bangî hemû ciwanên kurd dikin ku bi erkê xwe yê niştimanî ji bo parastina gel û nirxên gel rabin û tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel ên li herêm an bajarên xwe bibin.”

EM Ê HEMÛ ROJAVAYÊ KURDISTNAÊ BIPARÊZIN

Rêveberiya Giştî ya YPG’ê got; “Di dawiya peyama me de em dîsa dibêjin ku Yekîneyên Parastina Gel hêzeke niştimanî û saziyeke parastinê ye û ferqiyê naxe navbera her du encûmenan û çi rêxistinên siyasî, û nakeve nava siyaseta navxwe ya tu rêxistinê. Parastina berjewendiyên netewî yên gelê kurd erkê wê yê bingehîn e. Em ji gelê xwe re îlan dikin ku hêzên me dikarin parastina hemû herêmên Rojavayê Kurdistan bikin, û em dijî hemû rengên destwerdana derve ne û em ê beramberî çi êrîşeke derve ku dijî berjewendiyên gelê me be bisekinin.”