Kurd li dijî qedexeya li ser PKK'ê dadikevin kolanan

Qedexeya li ser PKK'ê wê di 26'ê Sibatê de li Parlamenta Federal bi rûniştineke taybet bê nîqaşkirin. Kurd wê li dijî qedexeyê bimeşin. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç destnîşan kir ku qedexe antî demokratîk e û xwest her kes li dij derkeve.

Qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê, ku ji sala 1993'an û vir ve di meriyetê de ye, wê di 26'ê Sibatê de li Parlamenta Federal bi rûniştineke taybet were nîqaşkirin. Kurd wê li dijî qedexeyê bimeşin. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç destnîşan kir ku qedexe antî demokratîk e û xwest her kes li dij derkeve.

Pêşniyar pirsa ji bo rakirina qedexeya li ser Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji aliyê Koma Parlamenta Federal a Partiya Çep/Die Linke ve hat dayîn, wê di 26'ê Sibatê de bi rûniştineke taybet were nirxandin. 

Di rûniştina taybet de, wê nûnerên partiyên li desthilatdarî û mûxalefetê, der heqê qedeya li ser PKK'ê de nêrînên xwe bînin ziman. Rûniştina taybet, wê ji aliyê heyetek ji 3 kesan a NAV-DEM'ê ve were şopandin.

Ev yek, rûniştina sêyemîn e ku di demên dawî de li Parlamenta Federal a Elmanyayê der heqê Kurdan de tê lidarxistin. Li Parlamenta Federal a Elmanyayê beriya niha li ser Kobanê û Şengalê rûniştin hebûn. 

Beriya vê rûniştinê, Kurd li gelemperiya Elmanyayê ji bo rakirina qedexeyê, hin rêze çalakiyan lidar dixin. Saziyên Kurd, ji bo rêxistinên civakî yên sivîl, partî, sazî, rewşenbîr û tevahiya raya giştî agahdar bikin, hevdîtinan lidar dixin.

Tevî vê yekê wê li paytext Berlînê, bajarên Koln û Bremenê jî meşên girseyî werin lidarxistin. Meş bi dirûşma "Qedexeya li ser PKK'ê rake, Kobanê û Rojava biparêze" tên lidarxistin. Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, bang li Kurd û hemû derdorên demokratîk ên li Elmanyayê dijîn kir, ku li dijî qedexeya li ser PKK'ê tevlî van meşan bibin.

'PKK A MIROVAHIYÊ DIPARÊZE, NABE KU QEDEXE BE'

Yuksel Koç bibîr xist, ku di serî de Elmanya gelek welatan pêvajoya aştiyê ya di sala 2013'an de destpê kiriye silav kirine û got, "Herî dawî Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel, di hevdîtina bi Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû re de diyar kir ku ew destekê didin pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin. Eger Elmanya destekê dide vê pêvajoyê, pêwîste beriya her tiştî dawî li polîtîkayên xwe yên antî Kurd bîne. Heta ev nebe pirsgirêka Kurd çareser nabe û behsa aştiyê nayê kirin. Weke NAV-DEM em dibêjin; eger hûn destekê didin aştiyê beriya her tiştî qedexeya li ser PKK'ê rakin. Destekkirina pêvajoya aştiyê ancax bi vî rengî bibe."

Koç da xuyakirin ku PKK li Şengalê û Rojava nirxên mirovahiyê, jinan û baweriyên cuda diparêze û destnîşan kir ku qedexekirina tevgereke bi vî rengî ji aliyê siyasî ve pêşî li DAIŞ'ê vedike. 

Koç bibîr xist ku wê di 21'ê Sibatê de li Berlîn, Koln û Bremenê li dijî qedexeya li ser PKK'ê meş werin lidarxistin û ev bang kir: "Li dijî vê biryara neheq û şaş, em bang li tevahiya Kurdan, mirovên çepgir, demokrat û alîgirên mirovahiyê dikin ku tevî meşan bibin. Ji ber ku ev biryara di sala 1993'an de hat girtin, siyasî ye. Eger ev qedexe rabe, wê dîsa bi biryareke siyasî rabe. Ev yek jî bi têkoşînê dibe."

Li aliyê din wê beriya rûniştina 26'ê Sibatê li Berlînê, bi beşdariya nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Kurd û derdorên çep, mîtîngek were lidarxistin.

ZAROKÊ KURD Ê 6 SALÎ JÎ MEXDÛR BÛ

Ji sala 1993'an û vir ve ji ber qedexeya li ser PKK'ê Kurdên li vî welatî dijîn, hatin krîmînalîzekirin. Polîsan avêtin ser komeleyan, gelek siyasetmedarên Kurd hatin girtin, bi salan di girtîgehê de hatin ragirtin. Gelek Kurd ji kar hatin derxistin, mafên wan ên penaberiyê ji dest hatin girtin. Di nava van de zarokekî 6 salî jî hebû. Çend ji mînakên balkêş ên qedexeya 22 salan bi vî rengî ye:

* Di sala 2007'an de di meşeke Kurdan de ji ber ku ala KCK'ê li gel zarokekî 6 salî hat dîtin, der heqê wî de doz hat vekirin. Piştre, ji ber ku emrê zarok kêmî 18 salî ye, doz li malbata wî hat vekirin.

* Rêveberê Komeleya Kurd a li bajarê Vechta Î.K., mafê wî yê welatîbûna Elman ji dest hat girtin û mafê penaberiya demborî hat dayîn.

* Rêveberê Komeleya Kurd a li bajarê Essenê F.C. ji bo kar serî li Balafirgeha Navneteweyî ya Dusseldorfê da, lê belê bi hinceta ku rêveberê komeleyê ye, serlêdana wî nehat qebûlkirin.

* Li Heilbronê rêveberê YEK-KOM'ê A.Z., tevî ku 25 salan karmendê Şaredariyê bû, mafê wî yê penaberiyê hat betalkirin.

* Rêveberê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan jî ji ber ku çalakiyên weke Newroz, meş û yên çandî organîze kiriye, mafê wî yê penaberiyê hat betalkirin.

NAVNÎŞANA MEŞAN

Di 21'ê Sibatê de wê li Berlîn, Koln û Bremenê meş werin lidarxistin. Navnîşana wan jî bi vî rengî ye:

Berlîn
Cih: Postdamer Platz
Saet: 14:00

Koln
Cih: Rudolfplatz
Saet: 14:00

Bremen
Cih: Leibnizplatz
Saet: 14:00