Koordînasyona Komalên Ciwan: Wê tola hevalê Andok bê girtin
Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku 7’ê Hezîranê li bejahiya Licê ya Amedê di bomberdûmana 3 rojan dewam kir de endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Andok Ozgur jiyana xwe ji dest daye.
Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku 7’ê Hezîranê li bejahiya Licê ya Amedê di bomberdûmana 3 rojan dewam kir de endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Andok Ozgur jiyana xwe ji dest daye.
Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir ku 7’ê Hezîranê li bejahiya Licê ya Amedê di bomberdûmana 3 rojan dewam kir de endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Andok Ozgur jiyana xwe ji dest daye. Koordînasyona Komalên Ciwan wiha got: “Li ser vî esasî divê dîktator Erdogan û dewleta çete baş bizanibe ku em ê tola hevalê xwe Andok bi serxistina şerê gel ê şoreşgerî ve hilînin.”
Koordînasyona Komalên Ciwan daxuyaniyek nivîskî weşand, destnîşan kir ku bi 24’ê Tirmeha 2015’an ve dewleta faşîst mêtinger a TC, dîktatorê wê Erdogan û çeteyên wan li dijî gel û tevgera me ya azadiyê şerekî topyekun dane destpêkirin û bi argumanên herî nemerdî yên şer ve jî hewl didin Kurdistanê veguherînin dojehê.
Koordînasyona Komalên Ciwan got, “Xwestine wek artêşên Mogolan bajarên me bişewitînin, hilweşînin, ji bo serî li Kurdên azad û bi îrade bitewînin cenaze teşhîr kirine, bi zindî şewitandine û bi her cure rêbazên bêexlaq û nemerd ve hewl dane teslîm wergirin” û diyar kir ku li dijî vê, PKK û mîlîtanên Rêber Apo yên ku xwedî dîrokek destana azadiyê ya 40 salan e , bi lehengiyên xwe ve ji bo mirovatiyê bûye tevgerek rizgariyê û hêviyê, ji her pêvajoyê zêdetir têkoşîn mezin kirine, perdeya teslîmbûyinê parçe parçe kirine û bersiva pêwîst danê.
Koordînasyona Komalên Ciwan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Ev mîrateya berxwedanê herî dawî li Cizîrê di şexsê Şehîd Harûnan, li Sûrê di şexsê Şehîd Hogiran, li Silopiyayê di şexsê Şehîd Êrîşan de, li Şirnexê di şexsê Şehîd Şervanan, li Geverê di şexsê şehîd Rojvanan de û li Nisêbînê di şexsê Şehîd Gelhatan de şênber bûne û li dilê nûnerê herî dawî yê faşîzmê dewleta Erdogan dane, wiha dewam kir:
“Di çarçoveya van êrîşên îmhayê de 7’ê Hezîranê li bejahiya Licê ya Amedê di encama bombekirina 3 rojan de, Andok Ozgur ku endamê me yê di pêşerojê de Koordînasyona Komalên Ciwan bû, jiyana xwe ji dest daye û tevlî karwanê şehîdan bûye. Hevalê me Andok di tevahî jiyana xwe ya têkoşînê de pêwîstiyên mîlîtaniya Apoyî bi cih aniye, di asta herî jor de berpirsiyartî girtine, di doza azadiya gelê xwe de bûye mînaka fedaîtiyê. Di wezîfeyên herî zehmet de bêyî coş û kelecana xwe ya şoreşê kêm bike tevlî bûye, bi têgihiştina kûr a xwedîderketina wezîfeyên xwe yên mîlîtanî jiyaye û bi seknek pratîk a layiqî şehîdan ve ji bo me hemûyan bûye pêşeng. Hevalê Andok; bi kedkarî û xwîngermiya xwe ve li qadên xebatê dilê gel feth kiriye, bûye sembola mîlîtanî ya ku her dem tê lê gerîn û bêriya wî tê kirin. Bi enerjiya xwe ya bêdawî ve îspat kiriye ku rêberekî rast ê ruhê ciwantiyê ye, ji mîrateya Alî Çîçekan a heta roja me ya îro tê re bûye pir.
Li ser vî esasî divê dîktator Erdogan û dewleta çete baş bizanibe ku em ê tola hevalê xwe Andok bi serxistina şerê gel ê şoreşgerî ve hilînin û emê dewleta Qesrê ya TC’yê bi serê Erdogan de hilweşînin. Em bibin kabûsên wan çeteyên nemerd ên hewl didin Kurdistanê bikin cehenem, em ê ala ku hevalê Andok hilgirtibû heta ku bi Rêber Apo re li Kurdistana Azad li ser bircên azad bicivin, heta roja serkeftinê bilind rakin. Wek Rêber Apo dibêje, wek çawa tevahî şehîdan, em ê şehîd Andok jî li dilê xwe bireşînin û mezin bikin. Bi agirê tolhildanê ve roja têkbirina dijmin nêz e.”
Koordînasyona Komalên Ciwan ji bo malbata Andok Ozgur re sersaxî xwe û ji bo ciwanên Kurdistanê jî ev bang kir: “Em banga li ciwanên leheng ên Kurdistanê dikin ku xwedî li bîranînên hevalê Andok derkevin, têkoşîna şoreşê bigihînin asta herî bilind. Em bang li Ciwanan dikin ku li ser esasê tolgirtina hevalê Andok, di serî de metropolên Tirkiyeyê, li her derê serhildanan pêş bixin, li dijî dewleta TC a ku Kurdistan şewitand, hilweşand, her derê bikin xelekên agir. Roj, bi ciwanên Kurdistanê yên dibin Andok ve pêkanîna şoreşê ye.”