Kongreya 2. a rêxistina PYD’ê ya Kantona Kobanê pêk tê

Kongreya duyemîn a Partiya Yekîtiya Demokratîk rêxistina Kantona Kobanê bi tevlîbûna Hevserokên Giştî Asya Ebdullah û Salih Muslim li navenda bajarê Kobanê tê lidarxistin.

Di bin diruşmeya ‘Ji Rojavaya Azad ber bi Sûriyeya azad û federal ve’, bi amadebûna 300 delegeyan, li salona civînan a Meclîsa Zagonsa ya Kobanê, 2. Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), destpê kir.

Di kongreyê de Hevserokên PYD’ê Asya Ebdullah û Salih Muslim, Serokê Meclîsa Rêveber ê Kantonê Enwer Mislim û Cîgirê wî Xalid Berkel, Şêwirmenda rêveberiya xweser Rûken Ehemd, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Fewziye Ebdî û hin serok û cîgirên desteyên rêveberiyê û bi dehan endamên saziyên sivîl, Hevserokên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ehmed Şêxo û Ayşe Efendî û  gelek nûnerên rêxistin û partiyên siyasî amade ne.

Di kongreyê de her wiha Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Girê Spî, Leyla Mistefa û Hemdan El-Ebid û cîgira hevserokatiyê Ebîr Receb û her wiha endamên rêvberiya Meclîsa Sivîl a Minbicê ya sivîl jî hene.

Salona ku Kongre lê tê lidarxistin, bi wêneyên têkoşerên PYD’ê, wêneyên Rêberê  Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD’ê, TEV-DEM’ê û Kongreya Star û her wiha pankartên ku gotinên Ocalan li ser hatine nivîsandin, hat xemilandin.

Piştî ku dîwana kongreyê hat hilbijartin, kongre bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Paşê jî Hevserokên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)Asiya Abdullah û Salih Muslim, axivîn.

Asya Ebdulah di destpêka axaftina xwe de got:  “Vîna xurt a gelê me yê berxwedêr ê Bakurê Sûriyeyê, hişt ku em di pêşvebirin û domandina têkoşîna xwe de berdewam bikin. Bi taybet di vê pêvajoya hesas de gelek duryanên dîrokî  hene. Yek ji wan jî  operasyona Minbicê ya ku şervanên azadiyê bi vîn û israreke mezin ji bo xelaskirina gelê herêmê ji zilma çeteyan, didomînin e.”

Hevserok Ebdullah di dewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tişta girîng niha ji wan tê xwestin ew e ku civakê bi rêxistin bikin û  der barê êrîşên gengaz de hişyar bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Destketiyên ku li Rojavayê Kurdistanê hatin bidestxistin, hemû bi saya ked û xwîna şehîdan bûn. Ji bo wê yekê  jî em weke partî, divê van destketiyên pîroz baş biparêzin û karibin, nûnertiya wê bikin.”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî di kongreyê de axivî û got: “Armancên destpêkê yên şoreşan, avakirina zihniyeteke nû, ji desthilatdariyê dûr û li gorî nirxên demokrasiyê. Ji bo vê  yekê jî me ji destpêka  têkoşîna xwe ve, hewl da ku em zihniyeteke nû ya li ser bingeha neteweya demokratîk ava bikin. Me di vî warî de gavên girîng avêtin û em hîn jî didomînin.”

Muslim bal kişand ser projeya Federaliya Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyeyê û got: “Di vê dema de gelek guhertinên siyasî yên hundirîn û derve hatin jiyîn, pêşniyarkirina projeyeke sîstema Federaliya Demokratîk, pêwîstiyeke. Em bi rengekî teng li vê projeyê nanêrin, lê belê em li gorî pirrengiya demokratîk lê dinêrin.”

Muslim di dawiya axaftina xwe de lidarxisina kongreyê pîroz kir û bang li her kesî kir ku di çarçoveya şerê li hemberî şaştî û êrîşan de û ji bo avakirina civakeke nû û pêkanîna  Projeya Federaliya Demokratîk, bi cesaret tevbigerin.

Kongre bi axaftinan didome.