KONGRA GEL: Roj, li dijî faşîzma Erdogan roja geşkirina berxwedana hevpar e

KONGRA GEL li ser binçavkirina 11 parlamenterên HDP'ê ku hevserokên giştî jî di nav de ne, daxuyaniyek da û got, "Lazim e her kes li dijî faşîzmê rabin ser piyan û berxwedanê geş bikin."

Hevserokatiya Dîwana KONGRA GEL daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, ku astengiya yekane ya li pêşiya hegemonya faşîst a Erdogan, mûxalefeta Kurd. Hevserokatiyê destnîşan kir, ku ji bo bêdengkirina mûxalefeta Kurd Hevserokên Giştî yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag tevî 9 parlamenteran û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel hatine binçavkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, siyasetmedarên Kurd wê ji aliyê dadgehên bi fermanê dixebitin bên girtin û hat gotin, "AKP wê bi girtina parlamenterên HDP'ê, Hevşaredarên DBP'ê, rêveberên partiyê û siyaetmedarên li saziyên din ên Kurdan, vê pêvajoyê bidomîne. Yanî ji dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê heye ku bi bilindkirina asta dijminatiya li Kurdan re wê karibe vîna gelê Kurd binpê bike û encamê bigire.

Ev girtinên komî yên di asta herî bilind de hatine kirin, asta nû ay polîtîkayên dewleta Tirk, Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên li ser pirsgirêka Kurd radixe pêş çavan. Erdogan ku xwe dibixudîne, di polîtîkayên Sûriye û Iraqê de têk çû. Vê rewşa xwe ya li qada herêmî û navneteweyî tengav bûye, dixwaze bi girtina siyasetmedarên Kurd, girtina saziyên Kurdan û operasyonên bejahî û hewayî ji holê rake.

Ev yek hewldanên dawî yên polîtîkaya înkar û tinekirinê ya sed salên dewleta Tirk û hewldanên dawî yên xeyalên hegemonya Erdogan e. Erdogan bi van polîtîkayan, gora xwe dikole. Bi girtinan dixwaze vîna berxwedanê ya HDP'ê û pêkhateyên wê bişikîne, li ser vê yekê jî pêşî li têkoşîna hevpar a li dijî faşîzma bigigre. Lê belê ev hemû hewldan bêkêr in, ne pêkane ku encamê bigirin. Ev ê dawî li wî bîne.

Banga me li gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ye:

Li dijî faşîzmê divê her kes rabe ser piyan û berxwedanê geş bike. Li hemû herêmên Kurdistan û Tirkiyeyê, li welatên Ewropa, Awûstralya, Kanada, Amerîka, Federasyona Rûsya, Japonya yanî li her devera derveyî welat gelê me divê ala berxwedanê bilind bike.

Roj, li dijî faşîzma Erdogan û dewletê roja geşkirina berxwedanê û têkbirina faşîzmê ye. Di vê demê de serketin ji her demê nêzîktir e. Di vê demê de Erdogan û dewleta wî gelekÎ tengav bûye û gelên me yên azadî û demokrasîxwaz gelekî xurt in. Sedema ev êrîşê bêperwa yên Erdogan ev e. Yanî tirsa têkçûnê ye.

Faşîzm wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve. Ji ber vê jî em banga geşkirina berxwedanê li her kesî dikin."