Konbajarê li Kobanê tê avakirin rê li ber kelecanê vekir

Rayedarên Kantona Kobanê ji bo ku jiyanek bi ewletir bide kesên vegeriyane Kobanê, xebata avakirina konbajarê ji hezar konî pêk tê da destpêkirin. Konbajarê hatiye avakirin, bi jinên li Pirsûsê mane re kelecan afirand.

Rayedarên Kantona Kobanê ji bo ku jiyanek bi ewletir bide kesên vegeriyane Kobanê, xebata avakirina konbajarê ji hezar konî pêk tê da destpêkirin. Konbajarê hatiye avakirin, bi jinên li Pirsûsê mane re kelecan afirand.

Vegerên ji bo Kobanê didomin. Rayedarên Kobanê gotin ‘ne bi ewle ye’ û ji bo bajar vegeran niha naxwaze, lê ligel hemû xetereyan her roj bi sedan Kobaniyî vedigerin. Komîsyona Jinûve  Avakrina Kobanê ku ji vegeran re nabe asteng, wek çareyê li rojavayê bajar konbajarekî ku hezar konî pêk tê ava dike. Dayikên Kobanê yên li 6 konbajarên Pirsûsê dimînin diyar kirin ku ew bi her awayî dikarin li Kobanê bijîn û daxwaz kirin ku divê demildest çêkirinan konbajarê li Kobanê temam bibe.

XEYALA NÊZÎ YPG Û YPJ’Ê BIBIN

Dayika Kobaniyî Cîhan Mistefa ya 40 salî ku ev 5 meh in, li konbajarê Şehîd Gelhat a Pirsûsê dimîne diyar kir ku hemû hebûna xwe li Kobanê hiştine û hatine Pirsûsê û li vir di bin şert û mercên giran de dijîn. Cîhan Mistefa got: “Min rojên xwe yên herî xweş li Kobanê jiya. Min gelek bêriya Kobanê kiriye. YPG û YPJ’ê ji bo me canê xwe feda kir. Tenê ji bo ku nêzî wan bim dikarin vegerim Kobanê û heta dawiya jiyana xwe li konbajar bimînim.

HESRETA KOBANÊ DERBAS NEBÛ

Dayika Zenu Brahîm ya 45 salî jî spasiyên xwe ji bo YPG û YPJ’ê kir û got: “Bakurê Kurdistanê ji bo rehetiya me têkoşînek mezin da. Kedek mezin dan. Lê em çiqas li vir rehet bin jî hesreta me ya Kobanê derbas nabe. Em li gorî her biryara rêveberiya Kobanê dikarin bimînin.”

EZ BI HER AWAYÎ DIKARIM LI KOBANÊ BIJÎM

Xetîca Hiso ya 70 salî ku ev 5 meh e, li Pirsûsê ye got ku ew cara dawî dixwaze Kobanê bibîne. Xetîca Hiso got ku şervanên YPG û YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest dane nirxên herî pîroz in û wiha axivî: “Van mirovan ji bo xaka me azad bikin canê xwe feda kirin. Em nekarin ji wan tiştekî bixwazin. Hewcedarî bi konbajaran jî tine. Tenê dixwazim vegerim xaka xwe û qehremanên YPG û YPJ’ê bibînim. Ez bi her awayî dikarim li Kobanê bijîm.

Şemse Hemo ya 40 salî jî anî ziman ku ew dixwaze demildest vegere Kobanê û got: “Heta YPG û YPJ gundê me bi giştî paqij neke, em dikarin li konbajarê nû çêkirin de bimînin.”