Komplo li Goteborg û Malmo hat protestokirin

Li bajarên Swêd Goteborg û Malmo, Kurdistaniyan bi çalakiyan komplo û komploker protesto kirin

Kurdistaniyên li bajarên Swêd Goteborg û Malmo dijîn, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin kolanan û komplo û komploker şermezar kirin.

Xwepêşandanên li her du bajaran bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl dûre mafê axaftinê wergirtin û diyar kirin ku hêzên navneteweyî yên mîna DYA, Îngilîstan û Îsraîl di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan de xwestine Tevgera Azadiyê ya Kurd ji holê rakin û destnîşan kirin bi statejiya hevgirtî ya Ocalan û PKK'ê re komplo hatiye pûçkirin.

Axaftvanan ragihandin ku zêdeyî 10 mîlyon mirovî ji bo azadiya Ocalan îmze dane û destnîşan kirin ku  serketina pêvajoya aştiyê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bi azadbûna Ocalan dibe.

Di xwepêşandana li Meydana Gotaplatsen a Goteborgê de meşale hatin hilgirtin, li Malmo jî di çalakiyê de bi hilgirtina pankart û dowîzan komplo û komploker hatin şermezarkirin.

Nûnerên gelên Ermenî, Suryanî û Kurdên Êzidî di axaftinên xwe yên li çalakiya li Goteborgê de xwestin Ocalan serbest bê berdan.

Di dema xwepêşandanan de bi armanca şermezarkirina komplo û komplokeran û bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran belavok hatin belavkirin.