Komkujiya Kortekê bi sporê hate bîranîn

Komkujiya Kortekê bi sporê hate bîranîn

Turnawiya sporê ya ku her sal li Qendîlê tê lidarxistin, îsal diyarî 7 sivîlên Kurd ên ku di komkujiya Kortekê ya ku di encama bombebarana ji aliyê artêşa Tirk ve pêk hatin de jiyana xwe ji dest dan, hate kirin.

Turnuvaya sporê ya ku her sal ji aliyê federasyona sporê ya Şaredariya Qendîlê ve tê lidarxistin îsal diyarî 7 kesên sivî ên ku di 21’ê tebaxa 2011 de li Korteka Qendîlê di encama bombebarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan hate kirin.

Tîmên sporê yên ji Qendîl û navçeyên derdorê beşdarî turnavayê bûn û ketin pêşbaziyê. Ji ber germahiya zêde ya 45 pileyî û nêzîkbûna meha Remezanê di turnavayê de tenê tîmên voleybolê cih girtin û bi qasî 9 rojan berdewam kir.

Ji her yek ji Qesrê, Ranya û Xaniqê 2 du tîm, ji yekr yek ji Weznê, Zergelê, Enzê û Beşkeriyan jî tîmek, bi giştî 10 tîm beşdar bûn. Di encamê de Qesrê û Reşkeriya ji bo wergirtina kûpayê di 17’ê tîrmehê de hatin beramberê hev.

Di şampiyontiya qendîlê de, Qesrê bi setên maçê yên; 25-22,25-16,25-20 Reşkeriya bi 3-0 têk bir û bû yekemîn.

Di nava girseya qelebalix a ku teşameşeyê maçê kirin de Şaredarê Qendîlê Şêx Omer, berpirsê navçeya Qesrê Heval Aso, endamên meclîsa şaredariyç Mehmet Kulaç, berpirsê Wertê Omer Xeyrî û encumenê gundê ûukriska Kak Silêman jî di nava temaşenvana de bûn.

Piştî maçê, madelya ji aliyê Şaredarê Qendîlê Şêx Omer û mêvanên din ve hate dayîn. Heval Aso jî xelat da tîma Qesrê ya ku bû yekemîn.