Komîteya Siyasî ya KCK’ê : Divê têkoşîn û berxwedan bilindtir be

Komîteya Siyasî ya KCK’ê : Divê têkoşîn û berxwedan bilindtir be

Komîteya Siyasî ya KCK’ê der barê grevên birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ku kete roja 62’emîn daxuyaniyek dan û diyar kir ku tenê desthilatdariya siyasî daxwaz û berxwedana girtiyên ku hatine ber mirinê ji nedîtî ve tê û nabihîse. KCK’ê da zanîn ku divê gelê Kurdistanê ji bo berxwedana bi şeref û rumet ya ewladên xwe yên pîroz, her roj li qadan û her saet li ser piya bin.

Komîteya Siyasî ya KCK’ê da zanîn ku berxwedana zindanan ji îro şûnde ketiye roja 62’an û diyar kir ku armanc û daxwazên vê berxwedanê tên zanîn û got: “Tu mirovekî ku ligel demokrasî û azadiyê bin nekarin van daxwazan qebûl nekin. Tenê desthilatdariya siyasî daxwaz û berxwedana girtiyên ku hatine ber mirinê ji nedîtîve tê û nabihîse”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çalakiyeke bi vî rengî ya ku ji bilî bedena xwe zirarê nade kesekî din jî, nîşan dide ku helwestek bi zilm û şîdet li hemberî wan heye. Beriya her tiştî ev ne helwest mirovane. Kesên li ser navê hikûmetê diaxivin bi zîhniyet û uslubeke heqaret û biçûkxistinê tevdigerin. Çaredariya pirsgirêka kurd a heyî li aliyekê, pirsgirêkê girantir dikin û xizmetê ji bo neçareseriyê dikin.

Di şexsê berxwedêran de, ev zîhniyeta nîjadperest û zextkar ya ku bi rûmeta gel dilîze nizane ku dê rê lib er çi vebike , ji pêvajoyeke bi xeter û bêberpirsyar re xizmetê dike. Gelê kurd her tim li hemberî kesên ji bo azadî û rûmeta netewî têkoşîna her tim asta bilind de girêdayîna xwe anîne ziman û rêz nîşan dane. Hikûmeta AKP’ê bi zext û zordariya xwe ya ku dixwaze îradeya gelê kurd bişkîne dê tu carî negihêje armanca xwe. Gelê kurd ji bo rûmet û azadiya xwe tu tiştekî xwe nafikire û di mirinê de jî heta dawiyê dê bizane li ber xwe bide.”

DIVÊ HEWLDAN ZÊDETIR BIN

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hewldana her kesê ku ji bo ku daxwazên maqul yên girtiyên berxwedanê bên cih, bi rumet, girîng û bi wateye û wiha pê de çû: “Hemû dost, rewşenbîr, şoreşger, demokrat, hunermend û kesên bawerî ku ligel maf û mafdaran e, divê hewldanên xwe yên li aliyê berxwedanê zêde bikin û dengê xwe zêdetir bilind bikin û di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin û ev jî berpirsyariya wan e.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Gelê Kurdistanê ji bo berxwedana bi şeref û rûmet ya ewladên xwe yên pîroz her roj li qadan û her saet li ser piya bin. Em bang li hemû kesî dikin ku divê bi ruhê serhildanê têkoşîna xwe ya bi rûmet li gorî wateya dîrokê bilind bikin.Ger ku AKP’ê bi rêzdarî nêzî daxwazên girtiyan bidin û tişta ku dikeve ser milê wan bike, wê demê ev helwesteke rast e. Ger tiştek berovajî çêbibe, dê berpirsê vê yekê desthilatdariya siyasî be.”